Hevseroka DBP'ê ya Amedê ya berê Zubeyde Zumrut ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Hevseroka DBP'ê ya Amedê ya berê û Endama Koordînasyona Bajêr a Kongreya Jinên Azad(KJA) Zubeyde Zumrut vê sibehê li Enqereyê hat binçavkirin. Polîsên ku hatin mala keça wê ya li Bahçelîevlera Enqereyê, di baregeha lêpirsîneke ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Amedê hatiye destpêkirin, Zumrut binçavkirin û hat zanîn ku ew birine Miduriyeta Polîsan a Enqereyê. Parêzerên ku xwestin derbareyê binçavkirinê de agahiyan wergirin, ji aliyê miduriyeta polîsan bo wan ti agahî nehat dayîn.
Hat zanîn ku dê îro Zumrut ji bo lêpirsîna li dozgeriyê bi balafirê bînin Amedê.
Dema Zumrut li Enqereyê hat binçavkirin, di heman demê de polîsan li mala wê ya li Dîcle Vadî Evleriyê jî dest bi lêgerînê kirin.
Keça wê Roza Zumrut ya ku li malê bû, destnîşan kir ku bêyî ku polîs biryara dadgehê nîşan bidin, dest bi lêgerînê kirine.
کۆدی بابهت: 56213 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۵ | کاتژمێر: 18 : 10
برچسب:
نویسنده: استخدام کار