خرید بک لینک

Berdevka wezareta derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova ragihand ku Enqere dixwaze dîsa Împaratoriya Osmanî zindî bike, lê sedema bi dawîbûna wê ji bîr kiriye.

Li gor rapora Kurdpress'ê, Mariya Zaxarova bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên derve û got: "Me polîtîkayên Tirkiyeyê yên derbarê Kirim û Sûriyeyê de baş dizanibûn. Ligel vê jî me dixwest cidahiyên xwe bi diyalogê şareser bikin, bighînin encamekê û ligel Tirkiyeyê bixebitin. Moskowê digel polîtîkayên şaş ên Tirkiyeyê jî demeke dirêj xwe ragirt."

Li gor medya Rûsî, Zaxarova, behsa rola negatîf a Tirkiyeyê jî kir û got: "Rêvebiriya Tirkiyeyê di mijara Kirim, koçberên Sûriyeyê, turîzm û mijara navxweyî de wate li hemî cihan roleka neyînî lîst. Lewra di demeka nêzîk de têkiliyên Moskow û Enqerê baş nabin."

Mariya Zaxarova, berdevka wezareta derve ya Rûsyayê herwiha ragihand ku Enqere dixwaze dîsan Împaratoriya Osmanî zindî bike, lê dawiya Împaratoriyê çi lê hatiye jibîr kiriye.

Çavkanî: Rûdaw

کۆدی بابهت: 56212 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۵ | کاتژمێر: 17 : 58

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 15 ارديبهشت 1395 ساعت: 21:13

صفحه بندی