Di 48 saetên derbasbûyî de, di şerê navbera artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKK'ê de 7 leşkerên Tirkiyeyê li Şiex û Nisêbînê hatin kuştin û zêdetirî 5'ên din jî birîndar bûn.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Bas News'ê, wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê Ala Afkan ragihand ku artêşa Tikriyeyê plana şerê xwe yê li dijî PKK'ê guhertiye û wê hemî xaniyên ku PKK'yî tê de ne, werin rûxandin, ji ber ku pirraniya wan serbazên ku têne kuştin, di wan xaniyan de bombe bi wan ve têne teqandin.
Lêbelê di 48 saetên derbasbûyî de 7 leşkerên Tirkiyeyê di dema pevçûnên li dijî PKK'ê hatin kuştin û bêyî ku ti bombe bi wan ve were teqandin.
Stratejiya nû ya artêşa Tirkiyeyê ziyaneka mezin gihandiye xanî û malên kurdan, lêbelê Afkan dibêje ku piştî em PKK'ê ji Tirkiyeyê derxînin, em ê hemî xaniyan li ser erkê dewletê ava bikin.
کۆدی بابهت: 56216 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۵ | کاتژمێر: 19 : 19
برچسب:
نویسنده: استخدام کار