خرید بک لینک

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ehmed Dawûdaoxlî got ku heya dawiyê têkoşîna xwe ya demokrasiyê û siyaseta xwe ya ku wekî parlementertiya AK Partiyê û neferekî AK Partiyê dê bimeşîne.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Rûdaw'ê, serokê giştî yê AK Partiyê û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ehmed Dawûdaoxlî piştî civîna Lijneya Rêvebirina Giştî ya AK Partiyê ya li Navenda Giştî ya AK Partiyê, daxuyanî da mensûbên çapemeniyê.

Şeva borî serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayib Edogan û Ehmed Dawûdaoxlî li Koşka Serokomariyê bi hev re civiyan. Hevdîtina di navbera Erdoxan û Dawûdaoxlî 1 saet û 40 xulekan dewam kir. Piştî civînê hat diyarkirin ku Ehmed Dawûdaoxlî dê dest ji serokatiya AK Partiyê û serokwezîrtiya Tirkiyeyê berde.

Ehmed Dawûdaoxlî destnîşan kir ku di kongreya derasayî ya ku di 22'yê gulanê de were kirin nafikere ku ji bo serokatiya giştî bibe namzed û wiha pê de çû: Daxwaza min ev e ku ji ber çi dibe bila bibe, di partiya me da cudahî çê nebe û tu kes ji bo vê destûrê nede. Ez ê di kongereya derasayî de nebim namzed, lê ez ê heya dawiyê têkoşîna xwe ya bo demokrasiyê û siyaseta xwe ya ku wekî parlementertiya AK Partiyê û neferekî AK Partiyê bimeşînim."

Dawûdaoxlî derbarê peywendiyên ligel Erdoxan de jî amaje kir ku ew ê her tim hiqûqa biratî û mirovî ya wî biparêze û dê nehêle spekulasyon bên kirin.

کۆدی بابهت: 56248 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۶ | کاتژمێر: 20 : 55

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 17 ارديبهشت 1395 ساعت: 0:38

صفحه بندی