Li Dîlokê agir bi malekê ket û di encama şewatê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê DÎHA'yê, li taxa Taşlicaya navçeya navendî ya Şehîtkamîla Dîlokê agir bi mala malbata Bakir a yek qatî ve ket. Agirê ku sedema wê nehat zanîn ji ber çi rû daye, bi hatina ekîpmanên îtfaiyeyê hat temirandin. Piştî tefandina agir, Mihmedemîn Bakir tevî 6 kurên xwe yên ku navên wan nehat zanîn ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan.
Cenaze ji bo otopsiyê şandin Saziya Tibê ya Edlî.
Her wiha ekîpmanên tenduristiyê dayika Naciye Bakir a ku ji ber şewatê ji ser hişê xwe çûbû jî şandin nexweşxaneyê.
کۆدی بابهت: 56257 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۷ | کاتژمێر: 10 : 51
برچسب:
نویسنده: استخدام کار