PKKê êrişî qereqola cendirmyên Tirkiyeyê li parêzgeha Giresunê ya li Herêma Karadenizê kir.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Rûdaw'ê, gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) duh înê saet 17:00an de êrişî qereqola cendirmeyên tirk li gundê Çaldag li Herêma Karadeniz a Tirkiyeyê kir.
Di encama êrişê de efserekî cendirme bi navê Zafer Çalişkan bi giranî birîndar bû.
Piştî bûyerê efserê birîndar Zafer Çalişkan bo Nexweşxaneya Ilhan Ozdemir ya Dewletê li Giresunê hat veguhastin, lê ji ber giraniya birînan, cane xwe ji dest da.
Waliyê Giresunê Hasan Karahan li ser bûyerê daxuyanî da û ragihand, ku qereqola cendirmeyan a li gundê Çaldag a Giresunê rastî êrişa roketan û çekên giran hat.
Waliyê Giresunê herwiha da xuyakirin, di nava vê heftiyê de ew êrişa duyemîn e ku pêk tê.
Li ser pirsyara rojnamevanekî ku gelo dikare bê gotin ku ev êriş êrişeke terorîstî ye yan na, Hasan Karahan got, ew wiha dibînin ku êrişa duh çalakiya PKKê ye.
کۆدی بابهت: 56275 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۸ | کاتژمێر: 7 : 48
برچسب:
نویسنده: استخدام کار