Wezîrê Îranê yê karên derve destnîşan kir ku ji bo pêşvebirina siyasetên derve pêwîstî bi yekgirtin û hevkariya di navbera hemî alî û hêzan de heye û wiha got: Parlementoyê li kêleka dewletê derfeteka wisa derxist holê ku siyasetên derve, bi taybet di warê lihevkirinên navokê de pirr baş pêşve biçin.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê malpera ragihandinê ya Xanêyê Milet, Mihemedcewad Zerîf, îro şemiyê di konferansekê de axivî û got: Parlementoyê bi tevger û siyaseta xwe rewşeka wisa afirand ku dewletê karî di warê siyasetên derve ve xurt û bihêz derkeve pêş û pêwîst dibînim ku ji ber vê yekê sipasiya parlementoyê bikkim.
Wezîrê Îranê yê karên derve herwiha di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişand ser gotinên rêberê welêt ên di cejna jidayîkbûna pêxemberê Îslamê de ku gotibû Îran li pey şerê li dijî ti welatekî din nîne û wiha got: Tevî van rastiyan jî ti pêwendiya hêza parastin û çawaniya parastina welatê me, li welatên din tine.
کۆدی بابهت: 56314 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۸ | کاتژمێر: 15 : 17
برچسب:
نویسنده: استخدام کار