خرید بک لینک

Nûnerê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî(NY) Vitaly Churkin da zanîn ku di bombaranên balafirên Tirkiyeyê li herêmên îraqê gelek sivîl dibin qurbanî û da zanîn ku madeyên teqemeniyê yên çeteyan li Tirkiyeyê hatine çêkirin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, Churkin duh di Meclîsa Ewlekariyê de da zanîn ku bikaranîna çekên jehrî ji aliyê çekdaran ve, Rûsiyayê dixîne nava metirsiyê. Sekreterê Gîştî yê NeteweyênYekbûyî (NY) Ban Ki-moon jî di rapora xwe ya derbarê Îraqê de diyar nekir ka NY li wir lêkolîn dike an nake.

Rayedarê Rûsî diyar kir ku madeyên jehrî li herêmê tên belavkirin û ji aliyê çekdaran ve tê bikaranîn, lê hin dewletên di Konseya Ewlehiyê de bi îsrar vê yekê paşguh dikin û got: “ Ew her tiştî dixînin stûyê Rêjîma Beşar Esed de. Lê di encama lêkolînkirina madeyên kîmyewî yên di teqemeniyên ku li derdora bajarê Tekrîta Îraqê ji çeteyan hat girtin de, hat diyarkirin ku ev madeyên teqemeniyê li Tirkiyeyê hatine çêkirin an jî jê re hatiye rêkirin.”

کۆدی بابهت: 56321 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۸ | کاتژمێر: 16 : 0

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: شنبه 18 ارديبهشت 1395 ساعت: 19:09

صفحه بندی