خرید بک لینک

Duyemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd di 7'ê Gulanê de bi pêşengiya NÇM'ê destpê dike. Di beameya mîhrîcanê de gelek çalakiyên hunerî, çandî û wêjeyî cih digirin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Bas News`ê., Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo çand û hunera gelê Kurd bigihîne hemû gelên Stenbolê par cara yekem Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd lidar xistibû. Îsal jî ev mîhrîcan di pêşengiya NÇM'ê de di 7'ê Gulanê de li Stenbolê destpê dike

Mîhrîcan dê heya 15'ê Gulanê berdewam bike. Dê vekirina mîhrîcanê bi pêşangeha wêneyan a bi navê "Bîr" were kirin û bi konsêra ku dê Hanî, Bajar, Meral Tekçî, Lawje, Şîlan Dora, Yalda Abbasî, Îlana Eliya, Ferhat Mansûrî û Ahmet Aslan tevlî bibin bi dawî bibe. Dê ji 7'ê Gulanê heya 15'ê Gulanê li gelek navendan konser, pêşandana fîlman, şano, panel û pêşangeh were lidarxistin.

کۆدی بابهت: 56319 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۸ | کاتژمێر: 15 : 48

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: شنبه 18 ارديبهشت 1395 ساعت: 19:09

صفحه بندی