Ji bo Serokatiya Şaredariya Londonê yekemcar misilmanek hat hilbijartin.
Li gor rapora Kurdpress`ê, li Berîtanyayê roja pêncşemiyê ji bo Serokatiya Şaredariya Londrayê hilbijartin hatin lidarxistin û di encama hilbijartinan de yekemcar misilmanek bû serokê şaredariya Londonê.
Sadiq Xan bi qasî mîlyonek û 310 hezar dengên, Goldsmith jî 994 hezar deng wergirtin.
Sadiq Xanê ji malbateke Pakîstanê ye, bi salan parêzerî kir û tevlî gelek dozên mafên mirovan bû.
کۆدی بابهت: 56316 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۸ | کاتژمێر: 15 : 39
برچسب:
نویسنده: استخدام کار