Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank Walter Steinmeir, bersiva gotinên Erdogan ku gotibû'Li qusurê nenêrin, em bi rêya xwe û hûn jî bi rêya xwe de herin' bersivand û got:'Em peymanan ne bi şexsa re bi dewletan re dikin.'
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank Walter Steinmeir, bersiva gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku duh li Stenbolê gotibû 'Li qusûrê nenêrin, em bi rêya xwe û hûn jî bi rêya xwe de herin' bersivand û got: 'Em peymanan ne bi şexsa re bi dewletan re dikin.'
Li gorî nûçeya Ali Gulenê rojnameya Sozcuyê, Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank Walter Steinmeier derbarê axaftinên Serokomar Erdogan, ji kardûrxistina Serokwezîr Ahmet Davutoglu û guherandina qanûna dijterorê de got:' Peyman ne bi şexsan re bi dewletan re têne kirin. Li gorî texmînên me ji kardûrxistina Davutoglu guherandinê di mijara polîtîkaya koçberan de nake. Her du alî jî di hinek beşan de mûtebiq mane û divê ev xalên ku li sere mûtebiq mane bi awayekî serbixwe têkevin meriyetê.
کۆدی بابهت: 56334 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۹ | کاتژمێر: 11 : 1
برچسب:
نویسنده: استخدام کار