Li bajarê Girê Spî 18 hezar şagirt ketin ezmûnên dawiya sala perwerdeyê ya 2015/2016’an.
Pişt ku şagirtan perwerdeya li ser hemû meteryalên xwe yên xwendinê bi dawî kirin, îro ketin ezmûnan. Şagirtên ji refên asta seretayî û yên navîn ên heta refa 8’an dest bi emzûnan kirin.
Li navenda Girê Spî, 11 hezar şagirtên li 8 dibistanan belavbûne, li gundên derdorê jî 3 hezar şagirt her wiha li bajaroka Eyîn Îsa 5 hezar, beşdarî ezmûnan bûne.
Ezmûn dê hefteyekê bidomin û di 15’ê gulanê de bi dawî bibin.
ANHA
کۆدی بابهت: 56365 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۹ | کاتژمێر: 14 : 46
برچسب:
نویسنده: استخدام کار