خرید بک لینک

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr got, êdî cihê parlamenterên kurd li Parlamentoyê Tirkiyê nema ye.

Beşek zêde ji rêxistin û komeleyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di mijara rakirina parêzbendiyê de bi beyanameyeke piştgirî dan parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

Îro li Enqereyê têkîldarî hewldanên rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê li Buyukhanlı Park Otel HDP û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ligel çend saziyan civîna çapemeniyê pêk anîn.

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demîrtaş, çend parlamenterên HDPê û çend serokên şaredariyên Bakurê Kurdistanê jî beşdarî civînê bûn.

Di civîna HDP û saziyên ser bi wê partiyê ve, li Enqerê de 252 saziyan belgenameya “na bo rakirina parêzbendiyê” îmza kirin.

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr li cihê civînê ji Rûdawê re diyar kir ku êdî cihê parlamenterên kurd li Parlamentoyê Tirkiyê nema ye û got: “Heya ku rêya silhê û danûsandinan hebe şer heram e. Lê mixabin gava ku rê û rebaz bên girtin tu dê çê bike? Ji xeynî rêya şer ti rê ji bo Kurdan nehîştine.”

Serokê Şaredariya Mêrdînê û Endamê KCDê Ahmet Turk jî ji Rûdawê re got ew dê heya dawiyê biratiyê û pêkve jiyanê biparêzin û wiha domand: “Gerek em ji bo fikra xwe û paşeroja xwe, li ser siyaseta bixebitin. Ji bo Kurdan terkirina siyastê di vê heyma de ne pêwîst e.”

Jêder: Rûdaw

کۆدی بابهت: 56371 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۱۹ | کاتژمێر: 16 : 16

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 19 ارديبهشت 1395 ساعت: 19:14

صفحه بندی