خرید بک لینک

Ciwanekî kurd ê xelkê Serwabadê, Gulistana Se`dî, helbestvanê navdar ê faris bo kurdiya hewramî wegerand.

Li gor rapora Kurdpress`ê, Hafiz Ehmedî, xwendekarê beşa wêjeya farisî ya zanîngeha Peyamê Nûra Merîwanê, pirtûka nezm û pexşana Se`diyê Şîrazî ya bi navê Gulistan bo kurdiya hewramî wergerand.

Hafiz Ehmedî di hevpeyvîna li gel nûçegîhanan de ji ber wergerandina Gulistanê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: Dema ku min di sala 2012`an de Gulistana Se`dî dixwend, eleqya min bo hîkayet û helbestên wê çê bû û min biryar da ku wê bo hewramî wergerînim.

Wergêrê ciwan ê kurd da zanîn ku wî bi qasî 4 salan bi kêf û eleqe karê wergerandina vê behema giranbiha kiriye û destnîşan kir: Piştî bidawîbûna wergerê min ew nîşanî 3 mamosteyên wêjeyê, mamosta Mîrzayê Hewramî, Ebdulah Hebîbî û Mistefa Hisênî da û piştî erêkirina wan, da weşandin.

کۆدی بابهت: 56422 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۰ | کاتژمێر: 19 : 5

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 20 ارديبهشت 1395 ساعت: 22:10

صفحه بندی