خرید بک لینک

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr ragihand ku parlamentoya Tirkiyeyê derî li ser wan girtiye û dema wê yekê hatiye ku kurd û tirk bibin cîran.

Li gor rapora Kurdpress`ê, Komeleya Mafên Mirovan a Amedê 14`emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist.

Parlamenterên HDPê, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û hin rewşenbîr jî di kongreyê de amade bûn.

Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr jî di kongreyê de axivî. Baydemîr got ku nijadperestî di nava civaka tirk de belav bûye û ya baş ew e ku ew êdî weke du cîranan bijîn.

Osman Baydemîr wiha got: “Me xwest ev parlamentoya Enqereyê hem bibe parlamentoya Anatolya, hem bibe parlamentoya Mezopotamyayê. Hem bibe parlamentoya Tirkiyeyê û hem jî bibe parlamentoya Kurdistanê. Lê mixabin wan ev derî li ser me girt. Bi ya min, li gorî baweriya min, eger em nikarin di eynî malê de bijîn, em bibin du cîranên hev çêtir e.

Jêder: Rûdaw

کۆدی بابهت: 56429 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۰ | کاتژمێر: 20 : 37

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 21 ارديبهشت 1395 ساعت: 1:14

صفحه بندی