خرید بک لینک

Hate ragihandin ku li bajarê Enbarê ya Iraqê îmaletxaneyek çekên kimyewî ya ku aydî DAIŞ`ê ye hatiye dîtin.

Li gorî agahiyên ku şefê polêsan ya navçeya Hitê ya girêdayî Enbarê Fazıl Nemravi da Hêzên Iraqê li navçeya Hitê di lêgerînan de di malekê de li îmalatxaneya çekên kimyewî rast hatine.

Nemravi diyar kir ku di îmaletxaneyê de madeyên ku di çêkirina roketan de, cihazên ku madeyên çekên kimyewî rafîne dikin, teqemenî, bi kîsan gazên klor û jehrê hatine bidestxistin.

Artêşa Iraqê bi piştgiriya hêzên hevpeyman sêşema hefteya borî li ji navçeya Hadisê ya Ramadiyê heta navçeya Hitê dorpêça DAIŞ`ê şikandibûn û wan herêman ji DAIŞê rizgar kiribûn.

کۆدی بابهت: 56442 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۱ | کاتژمێر: 11 : 35

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 21 ارديبهشت 1395 ساعت: 14:38

صفحه بندی