خرید بک لینک

Li bajarê Amedê teqînek çê bû. Teqînê ekîpeke hêzên polîs kire armanc û li gor zanyariyan 15 polîs birîndar bûne.

Li gor rapora Kurdpress`ê, teqîn di saet 16:30`an de û li navçeya Baglar û li ser Bilvara Dîcleyê qewimiye.

Hat zanîn, êriş li dijî tîmên polîs pêk hatiye. Di encama teqînê de 15 polîs birîndar bûne. Herwiha tê gotin ku çend kesên sivîl jî di bûyerê de birîndar bûne.

Hejmareke zêde ya ambûlansan bo cihê bûyerê hatine birêkirin.

Tîmên hawarçûnê jî li cihê teqînê amade bûn û kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Hat zanîn, ku kesên birîndar bo Nexweşxaneya Rahênan û Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcle, Nexweşxaneya Selahedînê Eyûbi û Nexweşxaneya Leşkerî hatine veguhastin.

Ji ber hêza zêde ya teqînê zirarek mezin gihîştiye gelek avahî û bînayê nêzî cihê ku teqîn lê qewimiye.

کۆدی بابهت: 56472 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۱ | کاتژمێر: 19 : 54

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 21 ارديبهشت 1395 ساعت: 23:01

صفحه بندی