Li gor daxuyaniya komîserê bilind ê Neteweyên Yekbûyî di destên wan de hin rapor hene ku dibêjin li Cizîrê asayişa Tirkiyeyê 100 kes şewitandine.
Li gor rapora Kurdpress`ê, komîserê bilind ê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Prînce Zeid Ra'ad Zeid al-Hussein derbarê şer û pevçûnên li Cizîrê berdewam dikin de daxuyaniyek bibandor weşand.
Li gor nûçeya Associated Pressê, al-Hussein gotiye ku "Di destên me de raportên şahidên bûyerên Cizîrê hene ku dibêjin hêzên asayişa Tirkiyeyê zêdetirî 100 kes dorpêç kirine û ew şewitandine".
NY ji hikûmeta Tirkiyê daxwaz dike ku ji bo lêkolîna vê bûyerê destûrê bidin.
Zeîd Raad Al-Hisên herweha got ku rapor ketine destê wan ku nîşangir an jî navgînên leşkerî ji qestî ve di operasyonên leşkerî yên li başûrê rojhihatê Tirkiyeyê gule li sivîlên bêçek reşandine. Ev operasyon bi pirranî li bajarokên kurdan ên ku ciwan û milîtanên girêdayî PKK`ê lê çalak in, tên lidarxistin.
کۆدی بابهت: 56471 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۱ | کاتژمێر: 19 : 46
برچسب:
نویسنده: استخدام کار