Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatin Demîrtaş li Amedê got, ew ne xayînên Tirkiyeyê ne û ew welat welatê wan e jî.
Hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş, Figen Yuksekdag, hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Koçyigit û Ertugrul Kurkçu, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Xetîb Dîcle û Leyla Gûven û çend parlamenterên HDP`ê li Amedê derbarê girtina Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek de daxuyaniyek dan.
Selhattin Demîrtaş diyar kir ku li gorî ku agahiyên ku wan ji parêzerên Yuksek girtine, Yuksek gotiye sedema binçavkirina wî daxuyaniyên wî ye û got: “Hevserokê partiyekê ji ber ku siyasetê dike û axiviye tê binçavkirin. Dixwazin Hevserokê partiyek ku ji sedî 55, 60 deng girtiye bixin girtîgehê.”
Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev welat welatê me ye jî. Em ne xayînên vî welatî ne. Em zarokên vî welatî yên serbilind in. Ger li vî welatî xayîn hebe, ew kesên ku îxanetê li nirxên gelan dikin in.”
کۆدی بابهت: 56479 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۲ | کاتژمێر: 19 : 7
برچسب:
نویسنده: استخدام کار