خرید بک لینک

Îro li navçeya Sedir li Bexdayê çend teqîn çê bûn û heya niha herî kêm 80 kes hatine kuştin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, 3 teqîn li navçeya Sedir li nav Bexdayê çê bûne û heya niha li gor hejmarên ku ji aliyê çavkaniyên bijîşkî ve li Bexdayê hatine belavkirin, 80 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 100 kes jî birîndar bûne.

Li gor agahiyên destpêkê ew teqîn bi otombêlên bombekirî li navçeya Sedir li rojhilatê Bexdayê hatine encamdan.

Ji aliyê din ve rêxistina DAIŞ`ê ew teqîn li xwe girtin.

Ajansa nûçeyan a Amaq`ê ku nêzî DAIŞ`ê ye ragihand ku ew êrişên xwekujî bûn û çekdarên DAIŞ`ê milîsên şiê kirine armanca xwe.

کۆدی بابهت: 56478 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۲ | کاتژمێر: 18 : 46

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 22 ارديبهشت 1395 ساعت: 22:04

صفحه بندی