Yekemîn pirtûkxaneya kurdî bi navê “Rodî û Perwîn” li bajarê Kobanê hat vekirin.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Bas News`ê, piştî nêzîkî salekê ji komkirina pirtûkan, yekemîn pirtûkxaneya kurdî bi navê “Rodî û Perwîn” li bajarê Kobanê hat vekirin. Pirtûkxane bi piştevanî û alîkariya saziya KPC`ê û Desteya Perwerdeyê hat amadekirin, hemî cureyên pirtûkên kurdî di warên dîrok, wêje û rêzmana kurdî de li xwe digire.
Berpirsê pirtûkxaneyê Ednan Hesen ji K24`ê re axivî û got: “Di destpêkê de çîmento û hesin nebûn, lewra hinekî bi derengî ket û di aliyê aborî de me bi karînên xwe yên kesayetî destpê kir, heta ku Konferanasa Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk li dar ket, ku di konferansê de piştgirî dan amadekirina pirtûkxaneyê.
Pirtûkxaneya Rodî û Perwînê nêzîkî hezar pirtûkan li xwe digire û rêveberên pirtûkxaneyê hewl didin ku hejmara pirtûkan bigihînin 6 hezaran û biryar e ku heftane çalakiyeka çandî li hola pirtûkxaneyê were sazkirin.
کۆدی بابهت: 56477 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۲ | کاتژمێر: 18 : 35
برچسب:
نویسنده: استخدام کار