Di çarçoveya Duyemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê de hunermenda navdar, Yelda Ebasî bi ahengeka muzîkê deng û rengê mîhrîcanê xemiland.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, mêvana Duyemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê ya ku ji aliyê Navenda Çandê ya Mezpotamyayê ve tê lidarxistin, Yelda Ebasî bû.
Konsera ku li Şanoya Kenterê hat lidarxistin, bala gelek guhdaran kişand. Ji ber ku gelek kes beşdarî konserê bûn, gelek welatî li ser piya man û bi kêf û peroş guhdariya Ebasî kirin.
Di konserê de dema ku Ebasî strana xwe ya bi navê "Lê Yarê" got, li eywanê kêliyekê bênavber çepik ji Ebasî û koma wê re hatin lêxistin.
Piştî konserê, NÇM`ê plaket diyarî Ebasî û koma wê kirin. Her wiha di salonê de gelek guhderan bi Ebasî re wêne kişandin û Ebasî li ser dikê bi guhdaran re bi awayekî giştî selfiyek kişand.
کۆدی بابهت: 56485 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۲ | کاتژمێر: 20 : 36
برچسب:
نویسنده: استخدام کار