Li Hindistanê jineka 72 salî bû dayîk û bi vê yekê bû dayîka herî pîr a cîhanê.
Jina bi navê ya Daljinder Kaur ya hindî 47 sal e ku zewiciye lê zarok jê çê nedibûn. Li ser vê yekê gelekî tedawî bû û herî dawî di 72 saliya wê de tedawiya wê bi kêr hat û ducanî bû. Daljinder di 72 saliya xwe de bû xwedî kurekî û bi vê yekê bû dayîka herî pîr a cîhanê.
Daljinder got: Zarokên min çê nedibûn û ev yek min û mêrê min gelekî xemgîn dikir. Lê îro ez xwedî zarokek im. Êdî bextewar im. Enerjiya min ya jînê zêde bû. Xweda dengê me bihîst û ewladek da me.
Daljinder diyar kir ku navê kurê xwe kiriye Arman û wiha pê de çû: Herkes dibêje ku hûn extiyar in, dema hûn bimrin, wê kî li vî zarokî binere? Ez jineka bawermend im. Baweriya min bi Xweda heye. Ew qadirê her tiştî ye. Dema ku ez mirim wê Xweda li kurê min binêre
کۆدی بابهت: 56484 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۲ | کاتژمێر: 20 : 24
برچسب:
نویسنده: استخدام کار