خرید بک لینک

Ark. Doç. Dr. Zulfu Selcanê Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kirmanckî ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Tûnceliyê "Ferhenga Biwêj û Gotinên Pêşiyan a Kirmanckî" (Qese û Qesê Virênu Leksîkon) amade kir.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Ajansa Anadol`ê, di civîna ku li Pirtûkxaneya Zanîngeha Tûnceliyê hat lidarxistin de pirtûk hat nasandin.

Selcan di civînê de axivî û beşek ji axaftina xwe bi kirmanckî kir û diyar kir ku ev ferheng di vî warî de yekemîn e.

Selcan diyar kir ku ferheng ji aliyê zanîngehê ve hatiye çapkirin û wê wek diyarî belavî xwendekarên beşê bikin û wiha axivî:

"Ferhenga Biwêj û Gotinên Pêşiyan a Kirmanckî berhema xebatên 22 salan e. Dema mirov derve diaxive ji nav axaftinên mirovan dîtina gotinên pêşiyan gelekî zehmet e û berhevkirina wan tiştekî wisa ye ku sebrê dixwaze, ji ber ku mirov van peyvan her dem bi kar nayînin, gotinên wisa ne ku pirr kêm tên bikaranîn.

Selcan pişt re ferhenga ku bi kirmanckî û tirkî îmze kir pêşkeşî xwendekaran kir.

Arîkarên Rektorê Zanîngeha Tûnceliyê Prof. Dr. Muzaffer Aşkin, Prof. Dr. Nîhat Tosun, Serokê Daîreya Dokumantasyon û Pirtûkxaneyê Erdal Gur û hîndekar û xwendekar beşdarî civînê bûn.

کۆدی بابهت: 56492 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۳ | کاتژمێر: 9 : 5

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 23 ارديبهشت 1395 ساعت: 12:20

صفحه بندی