Jineka kurd wek seroka parlamentoya eyaleta Baden-Wurttemberg hat hilbijartin. Muhterem Aras yekemîn kurd e ku li Almanyayê kursiyeka wiha bi dest dixîne.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, li eyaleta Baden-Wurttemberg a Almanyayê jineka kurd a ji Çewlikê bi navê Muhterem Aras bo serokatiya parlamentoya eyaletê hat hilbijartin.
Muheterm Aras siyasetvaneka 50 salî ye û di dîroka Almanyayê de yekemîn kurd e ku erka seroktiya parlamentoyê werdigire.
Aras li ser lîsta Partiya Kesk derbasî parlamentoya Baden-Wurttembergê bûye. Aras herwiha yekemîn jin e ku hem li Almanya û hem jî ji nav Partiya Kesk serokatiya parlamentoya herêmekê bi dest tîne.
Muhterem Aras di hilbijartinên eyaleta Baden-Wurttembergê de %42.4`ê dengan bi dest xistibû.
کۆدی بابهت: 56486 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۳ | کاتژمێر: 8 : 40
برچسب:
نویسنده: استخدام کار