خرید بک لینک

Fuara pirtûkan a Amedê ku dê cara duyemîn bê lidarxistin di 17-22'yê Gulanê de dest pê dike. Temaya fuarê ya îsal "Azadî" ye û mêvanê fuarê jî nivîskarê kurd Ahmed Hûseynî be.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, li Amedê cara duyemîn fuara pirtûkan bi beşdariya 72 weşanxaneyan di 17-22'yê Gulanê de bi temaya "Azadî" li Sumerparkê tê vekirin. Di 17'ê Gulanê de beameya vekirinê dê bê organîzekirin û nêzî 70 beame ji bo pirtûkhezan bên lidarxistin. Di fuarê de nivîskarê kurd Ehmed Huseynî wê bibe mêvanê rûmetê û Helîm Yusif, Abdurehman Bekir, Salîz Sezgîn, Ercan Çaglayan, Mîkayîl Aslan, Celal Başlangiç, Oya Baydar, Mirad Peker û Feratê Dengîzî jî beşdar bibin.

Di Komîsyona Amadekar a Fuarê de Weşanxaneya Aramê, KURDÎ-DER, Egîtîm Sen, cih digirin. Li ser navê Komîsyonê Omur Saman axivî û diyar kir ku ji bo ku balê bikişînin ser pêvajoya bipevçûn a cografyaya kurdan temaya fuarê wekî "Azadî" diyar kirine.

کۆدی بابهت: 56516 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۳ | کاتژمێر: 12 : 58

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 23 ارديبهشت 1395 ساعت: 16:03

صفحه بندی