خرید بک لینک

Serokê Saziya Mîrateyên Çandî yên Îranê bang li hemî îraniyên li seranserî cîhanê kir ku eger agahiyên wan der heqê berhemên dîrokî yên Îranê ku bi rêyên derqanûnî derbasî welatên din hatine kirin de hebin, saziya wan agahdar bikin da ku bo welêt werin vegerandin.

Li gor rapora Kurdpress`ê, Mesûd Siltanîfer di hesabê xwe yê li ser telegramê de wiha nivîsiye: Me di 2 sal û nîvê derbasbûyî de karî bi rêyên siyasî û hiqûqî 4 berhemên çandî û dîrokî yên giranbiha yên gelê Îranê ku ji aliyê biyaniyan ve hatibû dizîn û talankirin, bo welatê xwe vegerînin û di vî warî de serkeftinan bi dest bixînin. Ez ji hemî îraniyên li seranserî cîhanê daxwaz dikim ku eger agahiyên wan der heqê berhemên dîrokî yên Îranê ku bi rêyên derqanûnî derbasî welatên din hatine kirin de hebin, bi rêya www.ichto.ir an jî telefona 66059015 saziya me agahdar bikin da ku bo welêt werin vegerandin.

کۆدی بابهت: 56532 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۳ | کاتژمێر: 16 : 19

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 23 ارديبهشت 1395 ساعت: 19:27

صفحه بندی