خرید بک لینک

Weşanxaneya Zana ku heya niha gelek berhemên wêjeyî yên helbestvan û nivîskarên Îlamê weşandine, vê carê romana nivîskareka ciwan da weşandin.

Li gor rapora Kurdpress`ê, romana bi navê `Dayîkên Êşê` ku ji aliyê Mîtra Kerîmî, nivîskara îlamî ve hatiye nivîsandin ji aliyê Weşanxaneya Zana ve hat çapkirin û derket pêşberî wêjehezan.

Rêveberê Weşanxaneya Zana der heqê vê romanê de ji Kurdpress`ê re got: Dayîkên Êşê romaneka hevgirtî ye ku beşên wê bi hejmaran ji hev hatine cidakirin, lê bi rêz û li pey hev in.

Zahir Resayî herwiha got: Ev roman di 80 rûpelan de hatiye nivîsan û ji aliyê weşanxaneya me ve çap bûye.

Wî herwiha got: Ev roman êş û janên dayîkên ku di berbendên bawerên amiyane de asê mane vedibêje, lê dayîkên vê romanê, dayîkên têkçûyî û lawaz nînin.

کۆدی بابهت: 56534 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۳ | کاتژمێر: 17 : 16

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 23 ارديبهشت 1395 ساعت: 20:29

صفحه بندی