Cîgirê Serokê Ajansa Venêrîna Berhemên Çandinî yên Rûsyayê Aleksey Alekseyenko ragihand ku hefteya pêşiya me, em tevahiya îdxalata fêkî û sewzeyê Tirkiyeyê qedexe dikin.
Li gor rapora Kurdpress`ê, cîgirê serokê Ajansa Venêrîna Berhemên Çandinî yên Rûsyayê (Rosselhoznadzor) Aleksey Alekseyenko di hevpeyvîna xwe ya li gel ajansa Spûtnîkê de ragihand: Em ê hefteya bê, tevahiya îdxalata fêkî û sewzeyên Tirkiyeyê qedexe bikin. Hefteya borî li Moskovayê me hevkarên xwe yên tirkî ezibandin û me pirsgirêkên berhemên çandinî yen wekî kêzik û madeyên bizirar nirxandin. Hevkarên me yên tirk gotin ku em ê derbarê van mijaran de agahiyê bidin we.
Aleksey Alekseyenko di berdewamiya axaftina xwe de got: Lê hîn jî ji Enqereyê ti agahî nehatiye û berhemên bizirar dikevin nava bazara Rûsyayê. Bi vê sedemê me duhî îtxalata marol û hinek şînayî qedexe kir. Lê hefteya pêşiya me dibe ku em îdxalata hemî berhemên çandinî qedexe bikin û îhtîmaleke mezin ev dê bibe.
کۆدی بابهت: 56533 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۳ | کاتژمێر: 16 : 47
برچسب:
نویسنده: استخدام کار