Li Pîranşarê ji bo terikandina cixareyê çalakiyek bi navê `Taxa bê cixare` hat lidarxistin.
Silêman Ferazmêhr, serokê Saziya Heyva Sor a Pîranşarê di vî warî de ji nûçegîhanê Kurdpress`ê re got: Kampanyaya netewî ya bi navê `Taxa bê cixare` bi armanca terikandin û kêmkirina cixareyê roja çarşemiyê, 11`ê gulanê bo sala duyem hevdem li gel seserê Îranê, li Pîranşarê jî hat lidarxistin.
Wî terikandina cixareyê girîng nirxand û got: Yek ji armancên Saziya Heyva Sor bilindkirina asta tendirustiya civakê ye. Ev çalakî bi armanca agahdarkirina civakê ji ziyanên cixareyê bi hevkariya 60 xwendevanên 2 dibistanên bajêr ên endamên Heyva Sor hat lidarxistin û li qad, kolan û parkên bajêr birêve çû.
Ferazmêhr wiha berdewam kir: Endamên rêxistina Heyva Sor a bajêr li cihên diyarkirî gul pêşkêşî kesên cixarekêş kirin û hewl dan ku wan ji zirar û ziyanên cixareyê agahdar bikin.
کۆدی بابهت: 56536 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۳ | کاتژمێر: 19 : 58
برچسب:
نویسنده: استخدام کار