خرید بک لینک

Ji bo kursên kurdî yên ku ji aliyê KURDÎ-DER'ê ve ji bo belavkirin û axaftina ziman hatine destpêkirin, eleqeyeka mezin heye.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, hevserokê giştî yê KURDÎ-DER'ê Ozan Kilinç diyar kir ku xebatên wan ên ji bo pêşxistin û belavkirina zimanê kurdî, bênavber berdewam dikin.

Kilinç diyar kir ku ew ji 2006'an ve heya niha xebatên xwe didomînin û wiha berdewam kir: Ev xebat ji bo xwendekaran ji aliyekê ve dike ku perwerdehiya kurdî pêş bixîne û ji aliyê din ve jî kurdî bêhtir dewlemend dike. Kilinç da zanîn ku ji bo hemî astan pol tên vekirin û ev agahî da: Di nava hefteyê û di dawiya hefteyê de 8 polên me hene. Di her polê de 30 kursiyer dersê dibînin, dema ku kurs bi dawî dibe jî belge tên dayîn. Dema ku daxwaz çê dibe polên nû jî tên vekirin. Ji bo kesên ku nû dixwazin kurdî hîn bibin an jî dixwazin dersa kurdî bidin jî polên cuda tên vekirin

Her beş hînî kurdî dibin

Kilinç bilêv kir ku ji bo hînbûna kurdî ji bajarên din jî tên û wiha got: Ji Konyayê xwendekarên me yên ku tên kursê hene. Kursiyerên me yên ku ti agahiya wan der barê kurdî de tune jî dema ku tevlî kursên me dibin dikarin kurdî bi awayekî baş biaxivin û binivîsin. Kİlinç derbirî ku bijîşk, mamoste û parlementer jî ji bo hînbûna kurdî tên kursên kurdî û ev tişt anî ziman: Kursiyerên me yên ku xwedî pîşe ne ji bo nexweşên xwe re, bi xwendekarên xwe re bikarin baş têkîlî daynin tên perwerde dibin.

کۆدی بابهت: 56653 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۶ | کاتژمێر: 15 : 3

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 26 ارديبهشت 1395 ساعت: 19:17

صفحه بندی