خرید بک لینک

Fermandeyê hêza întizamî ya parêzgeha Ûrmiyeyê ragihand ku di salekê de li parêzgeha Ûrmiyeyê zêdetirî 12 ton û nîv madeyên hişber hatiye girtin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê ragihyandina giştî ya parêzgariya Ûrmiyeyê, serdar Nasir Eslanî di civîna fermî ya lîjneya hevahengiya madeyên hişber a parêzgeha Ûrmiyeyê de ragihand ku di salekê de li parêzgeha Ûrmiyeyê zêdetirî 12 ton û nîv madeyên hişber hatiye girtin û wiha berdewam kir: Di vê heyamê de 132 rêxistinên çêkirin û belavkirina madeyên hişber jî hatine têkbirin.

Wî herwiha da zanîn ku wan zêdtirî 3 hezar û 550 bengî û bikarhênerên madeyên hişber jî kom kirine.

Fermandeyê hêza întizamî ya parêzgeha Ûrmiyeyê herwiha destnîşan kir ku di çarçêveya têkoşîna li hember madeyên hişber de, rêyên parêzgehê bi awayekî tund û berfireh ji aliyê hêzên wan ve tên kontirolkirin û got: Em ê ti car destûrê nedin ti tevgereka qaçaxçiyan.

کۆدی بابهت: 56659 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۶ | کاتژمێر: 18 : 47

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 26 ارديبهشت 1395 ساعت: 21:33

صفحه بندی