Nivîskar û wergêr, Bîlal Durgun dîwanên Îmamê Şafiî û Baba Tahirê Uryan wergerandin ser zazakî.
Li gor rapora Kurdpress`ê, nivîskar û wergêr Bîlal Durgun dîwanên Îmamê Şafiî û Baba Tahirê Uryan wergerandin ser zazakî.
Bîlal Durgun di beşa fiqha Îslamê de xebitiye. Durgun helbestên Îmamê Şaifî ku îmamê mezheba şafiî ye û herwiha helbestên Baba Tahirê Uryan, helbestvanê navdar ê ku bi çarîneyên xwe meşhûr e, wekî du pirtûkên cida wergerandin ser zazakî.
Durgun li Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê perwerde dîtiye û li ser usûla fiqhê xebitiye. Durgun ji nûçegihanê AAyê re axivî û der heqê berhemên ku wergerandine ser zazakî agahî dan.
Durgun destnîşan kir ku wî beriya niha jî li ser zazakî xebatên cur be cur kirine û wiha dewam kir: Min ji zarokatiyê ve dest bi xebatê kir û xebatê min hîn didomin. Lê ev 7 sal in ku min dest pê kir û berhemên xwe wek pirtûk çap kirin. Xebata min a ewil mewlûda ku behsa jiyana Hz. Mihemed dike ye. Min ev mewlûd ji bo zarokan wergerand ser zazakî. Piştre me meala Qurana Pîroza bi zazakî çap kiribû. Ez 5 salan jî li ser wê xebitîbûm. Dîsa min ji bo zarokan pirtûka çîrokên pêxemberan wergerandibû zazakî.
کۆدی بابهت: 56661 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۶ | کاتژمێر: 19 : 49
برچسب:
نویسنده: استخدام کار