خرید بک لینک

Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) îsal 6’emîn Pêşbaziya Nivîsandina Lîstikên Şanoya Kurdî ya Ebdurrehîm Rehîmî Hekarî pêk tîne.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê ajansa Dîcle'yê, Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) îsal 6’emîn Pêşbaziya Nivîsandina Lîstikên Şanoya Kurdî ya Ebdurrehîm Rehîmî Hekarî pêk tîne. Hevgerînendeyê Şanoya Bajar Ruknettîn Gun têkildarî pêşbaziyê û rewşa serlêdanan axivî.

Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), bi armanca pêşxistina nivîskariya lîstika kurdî û ji bo berê nivîskarên ciwan bide nivîsandina tekstên lîstikên şanoyê û her wiha bi mebesta ku lîstikên nû li lîteratura şanoya kurdî zêde bike û van xebatan li van civakê belav bike, Pêşbaziya Nivîsandina Lîstikên Şanoya Kurdî li dar dixîne. Xelatên pêşbaziyê dê li ser navê nivîskar Ebdurrehîm Rehmî Hekarî ku yekem teksta şanoya kurdî ya bi navê “Memê Alan” nivîsandiye, bên dayîn.

Gun daxuyand ku berhemên ku rasterast bi kurdî tên nivîsandin û tên pêşandan ji aliyê gelê kurd û şanohezan ve rastî eleqeyeke mezin tên. Gun wekî mînak jî lîstika “Mem û Zîn” da. Gun, li ser lîstikên ku herî zêde tên temaşekirin û rastî eleqeyê tên jî got ku herî zêde lîstikên qerf û henekî tên pejirandin.

کۆدی بابهت: 53726 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۱۱ | کاتژمێر: 18 : 25

- - , .

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 11 اسفند 1394 ساعت: 22:20

صفحه بندی