خرید بک لینک

Li Geverê di navbera leşkerên Tirkiyeyê û gerîllayên PKK`ê de şer derket. Di encama pevçûnan de leşkerek hat kuştin û 6 leşker jî birîndar bûn.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, li herêma Çelê ya ser bi Geverê ku girêdayî parêzgeha Colemêrgê ye, duh danê nîvro di navbera gerîllayên PKK`ê û leşkerên Tirkiyeyê de şer derket û di encama şêr de leşkerek hat kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn.

Serfermandariya artêşa Tirkiyeyê jî derbarê şerê duh de daxuyaniyek da û ragihand ku di saet 12:20`an de di navbera leşkerên tirk û gerîllayên PKK`ê de şer derketiye.

Li gorî Serfermandariya artêşa Tirkiyeyê di encama şêr de leşkerek hatiye kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûne.

کۆدی بابهت: 56678 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۷ | کاتژمێر: 9 : 59

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 27 ارديبهشت 1395 ساعت: 13:46

صفحه بندی