Şehram Nazirî ragihand ku pêşî li konsera wî ya li bajarê Neyşabûrê ya Xurasanê hatiye girtin.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê ÎRNA`yê, hevdem li gel Merasîma roja netewî ya Ferdowsî û rêzgirtina ji bo şovaliyeyê awaza Îranê, Şehram Nazirî ragihand ku pêşî li konsera wî ya li bajarê Neyşabûrê hatiye girtin.
Êvara şemiyê, 14`ê gulanê Merasîma roja netewî ya Ferdewsî bi beşdarbûna gelek kesayetiyên navdar ên Îranê birêve çû, lê Şehram Nazirî di merasîmê de ragihand ku konsera wî ya li Neyşabûra Xurasanê hatiye betalkirin.
Şehram Nazirî got ku Neyşabûr yek ji cihên girîng ên şaristaniya Îranê ye û pêşîgirtina li konsera li vî bajarî bûyereka ne xweş e.
کۆدی بابهت: 56720 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۷ | کاتژمێر: 17 : 35
برچسب:
نویسنده: استخدام کار