Li Sûmerparkê amadekariyên 2'yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bî dawî bûn.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, 2'yemîn Fuara Pirtûkan a Amedê bi beşdariya 72 weşanxaneyan ku dê di navbera 17 heya 22'yê gulanê de bi temaya "Azadî" li Sumerparkê bê lidarxistin, wê sibê di demjimêr 10.00'an de dest pê bike. Di 17'ê gulanê de beameya vekirinê dê bê organîzekirin û nêzî 70 beame ji bo pirtûkhezan bên lidarxistin. Li çadira pêşangehê standên pirtûkan hatin amadekirin û herwiha ji bo çûyîn û hatina mêvanan jî cih hatiye çêkirin. Li Sumerparkê îro xebatên sererastkirinê ên dawîn temam bûn û weşanxaneyan li standan pirtûkên xwe bi cih kirin.
Dê Sibê Ehmed Huseynî wek mêvanê rûmetê beşdarî pêşangehê bibe û Mikayîl Aslan jî dê konserekê li dar bixîne. Herwiha sibê di beameya pêşangehê de gelek panel, hevpeyvîn, dîwanên helbestan û gelek beameyên cida dê bên lidarxistin.
Edîtorê Weşanxaneya Aramê û Endamê Komîteya Amadekar a pêşangehê Mihemed Çakmak diyar kir ku amadekariyên 2'yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê îro bi dawî bûne û wiha got: "Sibê dê pêşangeh di demjimêr 10.00'an de dest pê bike. Di pêşangeha îsal de gelek cihêtî û dewlemendî hene. Di pêşangeha sala derbasbûyî de ji ber ku ya yekemîn bû kêmasiyên me hebûn, lê îsal gelekî dewlemend e. Dê di pêşangehê de tenê dan û stendina pirtûkan tenê tinebe, dê gelek çalakî jî bên lidarxistin. Di serî de ji Îzmir, Stenbol, Enqere û gelek bajarên din ên Tirkiyeyê weşanxane wê beşdar bibin. Herwiha weşanxaneyên kurdî jî di pêşangehê de cihê xwe girtine. Pêşangeh wê sibê, 17'ê gulanê, di demjimêr 10.00'an de dest pê bike heta demjimêr 20.00'an. Em bang li gelê xwe dikin, bila sibê eleqeyeka mezin nîşan bidin."
کۆدی بابهت: 56724 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۷ | کاتژمێر: 18 : 51
برچسب:
نویسنده: استخدام کار