خرید بک لینک

Wezîrê Îranê yê navxwe got: Eger zext li me bihata kirin an aliyekê desttêwerdana encamên hilbijartinan bikira, teqez ev namzedên ku li Tehranê hatine hilbijartin, wê serkeftin bi dest nexistana.

Li gor rapora Kurdpress'ê Rehmaniyê Fezlî, wezîrê navxwe yê Îranê di hevpeyvîna li gel rojnameya Îtimadê de got: Berî hilbijartinan, hin guman û gotegotên der heqê desttêwerdana hin aliyan di hilbijartinan de hebûn û heta gellek caran der barê desttêwerdana leşkeran di hilbijartinan de hin pirs li min dihatin kirin. Encamên hilbijartinan û kesên ku hatine hilbijartin nîşan didin ku eger zext li me bihata kirin an aliyekê desttêwerdana encamên hilbijartinan bikira, teqez ev namzedên ku li Tehranê hatine hilbijartin, wê serkeftin bi dest nexistana.

Wî herwiha got: Hilbijartinên vê carê di nav aramî û ewlehiyê de û bi awayekî bi heybet birêve çû û her kes li gor qanûnê tev geriya. Hemî alî û kesyetî û heta kesên ku hatin redkirin jî berçavgirtina qanûnan ji xwe re esas girtin.

کۆدی بابهت: 53724 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۱۱ | کاتژمێر: 18 : 19

- - , .

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 11 اسفند 1394 ساعت: 22:20

صفحه بندی