خرید بک لینک

Komîsertiya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku daxwaza komîserê Neteweyên Yekbûyî yê mafên mirovan a ji bo şandina heyeteka serbixwe ji bo lêkolîna li ser raporên kuştina sivîlan li bajarên kurdan hatiye pejirandin.

Li gor rapora Kurdpress`ê, daxuyaniyek bi îmzeya berdevkê Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan Rupert Colville hat belavkirin û tê de hat diyarkirin ku wezareta derve ya Tirkiyeyê bi nameyekê daxwaza wan a ji bo lêkolîn û lêpirsînê pejirandiye.

Wekî ku tê zanîn, di 10`ê gulanê de Komîserê Bilind ê NY yê Mafên Mirovan Zeid Raad al-Hussein bi dauxyaniyekê diyar kiribû ku rapor di destên wan de hene û ew rapor nîşan didin ku gelek kesên sivîl bi saxî hatine şewitandin û daxwaza destûra şandina heyeteka serbixwe kiribû.

Jêder: Spûtnîk

کۆدی بابهت: 56723 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۷ | کاتژمێر: 18 : 22

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 27 ارديبهشت 1395 ساعت: 23:32

صفحه بندی