Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku gerîlayên wan di operasyonên 2 rojên dawîn de li devera Oremarê 32 leşkerên Tirkiyeyê kuştine.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxyaniyekê de ragihand ku di şer û pevçûnên 2 rojên borî yên di navbera gerîlayên wan û artêşa Tirkiyeyê de, 32 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin.
HPG`ê herwiha da xuyakirin ku di pevçûnan de 7 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.
HPG baskê çekdarî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çarpemeniya HPG`ê, firokeyên şer ên artêşa Tirkiyeyê ji 13`ê gulanê ve deverên Şemzînan û Oremarê bombebaran dikin.
Ji aliyê din ve pêştir artêşa Tirkiyeyê di 2 daxuyaniyên 14 û 15`ê vê mehê de ragihandibû ku di pevçûnên li Şemzînan û Oremarê de 2 leşker hatine kuştin û 8 leşker jî birîndar bûne.
کۆدی بابهت: 56725 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۷ | کاتژمێر: 22 : 38
برچسب:
نویسنده: استخدام کار