خرید بک لینک

Cîgirê serokparlemenê Îranê ji ber ku parlementerê Bîcarê ji wezîrê Îranê yê sporê re gotiye derewker, ew rexne kir.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê malpera ragihandinê ya Xanêyê Milet a parlemena Îranê, Seyid Mihemed Beyatiyan îro sêşemiyê, 17`ê gulanê di rûniştina fermî ya parlemenê de xîtabî xelkê bajarê Bîcarê kir û got: Ji ber hemî qisûr û derewên wezareta sporê û berpirsên wê û bicihnehatina sozên wan, ez ji lêborînê dixwazin.

Parlementerê Bîcarê wiha berdewam kir: Wezîrê sporê bi sozên xwe yên derewîn û nemimkin, ji bo tenê hewzeka avê 400 milyon tuman terxan nekir. Ev yek di rewşekê de ye ku wî di destpêka karê xwe de soza vê yekê dabû.

Wî got: Ez pêşniyar li wî dikim ku 100 caran waneya şivanê derewker binivîse û ji birêz Dr. Fanî wezîrê perwerdeyê jî daxwaz dikim ku ji %100 waneya wezîrê derewker di nav pirtûkên dibistanan de bicih bike, ji ber ku şivanên me derewan nakin!

Mihemedhesen Ebûturabî, cîgirê serokê parlementoyê jî ji ber van gotinan ew rexne kir û got: Nabe ku axaftinên bi vî rengî li bara wezîran de bên kirin.

کۆدی بابهت: 56766 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۸ | کاتژمێر: 18 : 52

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 28 ارديبهشت 1395 ساعت: 21:36

صفحه بندی