خرید بک لینک

Pirtûka Mihemed Ûzun a bi navê Bîra Qederê ji aliyê wergêrê kurd Aras (Celal) Osmaniyan ve ji kurdî ji bo farisî hat wergerandin.

Li gor rapora Kurdpress`ê, pirtûka Mihemed Ûzun a Bîra Qederê ji aliyê wergêrê kurd Aras Osmaniyan ve ji kurdî ji bo farisî hat wergerandin.

Duh, roja duşemiyê danê êvarê li Navenda Çandî ya Ciwanan a Urmiyeyê romana Bîra Qederê ku ji aliyê nivîskar Aras Osmaniyan ve hatiye wergerandin, bi merasimekê hat nîşandayîn. Di merasimê de gelek nivîskar û çalakvanên çandî jî beşdar bûn.

Di merasimê de nivîskarê kurd Seyîd Feysel Muctevî axivî û sipasiya nivîskar Aras Osmaniyan kir ku ev berhema Mihemed Ûzun wergerandiye ser farisî. Muctevî bal kişande ser kesayetiya Mîr Celadet Elî Bedirxan û got: Celadet Elî Bedirxan di dema ku her kes ji xebat û têkoşînê vekişiya, bi awayekî çalak têkoşîna xwe domand. Di wan şert û mercên herî zehmet de dest ji armanc û têkoşîna xwe beeda.

Di merasimê de herwiha behsa têkoşîn û jiyana nivîskarê kurd Mihemed Ûzun jî hat kirin. Aras (Celal) Osmaniyan di dawiya merasimê de pirtûkên xwe bi îmze pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Pirtûka Bîra Qederê (Çahê Seêvêşt) rastî elaqeyeka mezin hat.

کۆدی بابهت: 56768 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۸ | کاتژمێر: 19 : 16

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 29 ارديبهشت 1395 ساعت: 2:09

صفحه بندی