خرید بک لینک

Li navçeya Haringey ya Londrayê kurdek bi navê Alî Gul Ozbek di hilbijartina şaredeariyê de bi ser ket û bû şaredarê navçeyê.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, navçeya Haringey Londrayê ya ku bêhtir welatiyên kurd lê dijîn hilbijartinên şaredariyê hate lidarxistin. Di necama hilbijartinê de kurdekî Mereşê yê bi navê Elî Gul Ozbek, hate hilbijartin. Şaredar Ozbek di merasîma hilgirtina erkê de diyar kir ku ew spasiya hemî kesên ku piştevaniya wî kirine, dike.

Ozbek diyar kir ku wê di navbera gel û şaredariyê de bibe pir û wiha got: Ez sala par alîkarê hevserok bûm û heta îro ez gelek tiştan hîn bûm. Em ji pêvajoyek zehmet re derbas dibin. Ez ê nirxên xwe yên çandî, madî û manewî bi gel re parve bikim. Em li vê derê li hêviya avakirina jiyaneka nû ya xweş in. Hemî kesên piştevaniya min û malbata min kirin re spasiya xwe dibêjim mal ava.

Alî Gul Ozbek ji bajarê Mereşê ye û ji sala 1992`an û vir de li Londrayê dijî. Ozbek li Zanîngeha Portsmouth, beşa dermanfiroşiyê qedandiye.

کۆدی بابهت: 56767 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۸ | کاتژمێر: 19 : 3

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 29 ارديبهشت 1395 ساعت: 2:09

صفحه بندی