Li Şemzînana Colemergê di teqînekê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 6 leşker jî birîndar bûn.
Li gor rapora Kurdpress`ê, bûyer îro di demjimêr derdora 14`an de li herêma Mendî ya ku dikeve navbera Bêzelê û Bidevê pêk hat. Di dema ku wesayîta leşkerî derbas dibû teqemeniya ku berê hatibû bicîkirin hate teqandin.
Di encama teqînê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest da, 6 leşker jî birîndar bûn.
Jêder: Spûtnîk
کۆدی بابهت: 56836 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۹ | کاتژمێر: 18 : 12
برچسب:
نویسنده: استخدام کار