خرید بک لینک

Parlamenterê CHP`ê yê Mersînê Fikrî Saglar aqibeta helîkoptera leşkerî ya ku çend roj berê li çoltera navçeya Çelê ya Colemêrgê ketibû pirsî û got: Helîkoptera kobra ket, an hat xistin?

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, parlamenterê CHP`ê yê Mersînê Fikrî Saglar aqibeta helîkoptera leşkerî ya ku çend roj berê li çoltera navçeya Çelê ya Colemêrgê ketibû pirsî û ragihand ku ketina helîkoptera kobrayê hê jî nehatiye zelalkirin, ket an hate xistin? Saglar bi daxwaza bersivdayîna nivîskî pêşniyaznameyeka pirsê li wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê Efkan Ala kir.

Fikrî Saglar di pêşniyaznameya xwe de got: Li gor hinek çavkaniyên herêmî û îfadeyên şahidên bûyerê, helîkopter ji dûvê xwe derbe xwariye û ji bo vê ketiye. Derbarê ketina helîkopterê de di nava raya giştî de nîqaşên mezin dest pê kirine. Lê sererkaniya giştî ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de behsa sedemên zelal ên ketina helîkopterê nekiriye. Di daxuyaniya xwe de tenê dibêje ku ji ber sedema pirsgirêkeka teknîkî ketiye.

Saglar di berdewamiya pêşniyaznameya xwe de dibêje: Baskê PKK`ê yê leşkerî HPG îdiya dike ku wan helîkopter xistiye. Sedema ketina helîkopterê heke hatibe xistin û bi kîjan çekî hatiye xistin, wê piştî lêkolîna tîma bûyerê eşkere bibe. Herwiha di operasyona sibata 2008`an de jî PKKê dîsa bi moşekavêjê helîkoptereke artêşê xistibû.

کۆدی بابهت: 56835 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۲۹ | کاتژمێر: 18 : 0

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 30 ارديبهشت 1395 ساعت: 8:02

صفحه بندی