Serfermandariya artêşa Tirkiyeyê îro piştrast kir ku PKK`ê roja pêncşemê karî ku helîkoptera artêşa vî welatî bi moşekê bixîne erdê. Di encama ketina helîkopterê 2 pîlotên wê hatin kuştin.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê TV`ya kurdî ya SAHAR`ê, helîkoptereka artêşa Tirkiyeyê 13`ê gulanê li devera Çelê ya parêzgeha Colemêrgê hatibû xistin û di encamê de 2 pîlotên tê de hatin kuştin.
Piştî vê yekê PKK`ê bi belavkirina fîlmekê derheqê ketina helîkopterê de ragihand ku hêzên wan ev helîkoptera xistine erdê, lê belê berî wê artêşa Tirkiyeyê îdiya kiribû ku ev helîkoptera di encama pirsgirêkeka teknîkî de ketiye erdê, lê piştî belavbûna fîlma xistina wê xwe bêdeng kir.
Duh serfermandariya artêşa Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku pirr mihhtemel e ku PKK`ê ev helîkoptera xistibe erdê û soz da ku piştî lêkolînên zêde wê rastiya ketina helîkopterê bi daxuyaniyekê ji bo raya giştî zelal bike.
Di şer û pevçûnên di navbera PKK`ê û artêşa Tirkiyeyê de li Çelê ji bilî 2 pîlotên hanê, şeş leşkerên din jî hatibûn kuştin û gelek jî birîndar bibûn.
کۆدی بابهت: 56870 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۳۰ | کاتژمێر: 20 : 27
برچسب:
نویسنده: استخدام کار