خرید بک لینک

Li Wanê şer û pevçûn derket û leşkerekî artêşa Tirkiyeyê hat kuştin û yek jî birîndar bû. Li Nisêbîna Mêrdînê jî di encama teqînekê de 3 leşker hatin kuştin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, îro pênşemiyê 19`ê gulanê danê sibehê li Wanê li nêzîkî sêriyana Çatak-Gurpinar-Edermit di navbera gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên artêşa Tirkiyeyê de pevçûn derket.

Di encama şer û pevçûnên ku di navbera her du aliyan de derketin 2 leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn, ku yek ji wan efser bû. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Gurpinarê, lê ji ber giraniya birînan, leşkerekî jiyana xwe ji dest da.

Li Nisêbîna Mêrdînê jî îro derdora danê nîvro bombeyek bi leşkerên Tirkiyeyê ve teqiya û di encamê de leşkerek hat kuştin û 9 leşker û polîs jî birîndar bûn.

Li nexweşxaneyê 2 leşkerên din jî ji ber ku birîna wan giran bû jiyana xwe ji dest dan û hejmara leşkerên kuştî yên artêşa Tirkiyeyê li Nisêbînê di encama teqîna îro de bo 3 leşkeran bilind bû.

کۆدی بابهت: 56869 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۳۰ | کاتژمێر: 20 : 9

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 31 ارديبهشت 1395 ساعت: 0:44

صفحه بندی