Piştî ku paralamentoya Tirkiyeyê roja sêşemiyê pêşnûmeqanûna AKP`ê ya ji bo rakirina parêzbendiyan xist ber dengdanê , 2 parlamenterên HDP`ê ji bo ku neyên girtin, çûn Ewropayê û tê gotin ku êdî ew venagerin Tirkiyeyê.
Li gor rapora Kurdpress`ê, çavkaniyekî nêzîkî HDP`ê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Rûdawê re ragihand ku her du parlamenterên HDP`ê yên bi navên Feysel Sariyildiz û Tugba Hezer berî rûniştna roja sêşemiyê ya parlamentoyê, Tirkiye bi cih hiştine.
Heman çavkaniyê herwisa got ku ew 2 parêlamenter careke din venagerin Tirkiyeyê, ji ber ku piştî rakirina parêzbendiyan, girtina parlamenteran dê dest pê bike.
Feysel Sariyildiz ku di bûyerên Cizîrê de di jêrzemînê de mabû , gelek dosya li ser navê piştigirîkirina li terorê li dijî wî hatine vekirin.
Tugba Hezer jî di merasîma şîna Ebdulbaqî Somer ku teqîna Enqerê ya roja 17`ê sibatê pêk anîbû de beşdar bibû û rastî rexneyên tund ên hikûmeta Tirkiyeyê û rayedarên AKP`ê hatibû û her li ser heman mijarê dosya li dijî wê hatibûn vekirin.
Di civîna Parlamentoya Tirkiyeyê ya roja sêşemiyê de ku tê de gotûbêj li ser rakirina parêzbendiya parlamenteran hatibû kirin, serokê koma AK Partiyê Bulent Turan wêneyên her du parlamenterên HDP`ê rakiribûn û ji wan re gotibû qet netirsin hûn her du jî dê werin darizanin.
کۆدی بابهت: 56878 | بهروار: ۱۳۹۵/۲/۳۱ | کاتژمێر: 11 : 4
برچسب:
نویسنده: استخدام کار