خرید بک لینک

Serokomarê Tirkiyeyê ji bo rojnamevanên biyanî yên ku li bajarên kurdan kar dikin, got: Hûn lê dinêrin, çi kesên ku dûrbînekê didin destê xwe ji Îngîltereyê, Fransayê û ji gelek deverên Ewrûpa û Amerîkayê radibin û tên li Amedê digerin. Yaw çi karê we li vir heye? Piştî wê jî nûçeyên derew çê dikin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdoxan li Rîzeyê di merasîma xelatdayînê ya odeya bazirganiya bajêr de axivî. Erdoxan di destpêka axaftinên xwe de behsa pêvajoya rakirina parêzbendiyan kir û got: Heke giştpirsî çê bûba hûn dizanin wê çi biba ne wisa? Ez vê jî ji we re bibêjim ku milet wê herî kêm bi rêjeyeke wekî % 70 û % 80ê dersek bida wan.

Serokomarê Tirkiyeyê Erdoxan di berdewamiya axaftinên xwe de got: Li Tirkiyeyê şerê navxweyî tine û ti kes nikare li vî welatî şerê navxweyî derxîne.

Serokomarê Tirkiyeyê ji bo rojnamevanên biyanî yên ku li bajarên kurdan kar dikin, got: Hûn lê dinêrin çi kesên ku dûrbînekê didin destê xwe ji Îngîltereyê, Fransayê û ji gelek deverên Ewrûpa û Amerîkayê radibin û tên li Amedê digerin. Yaw çi karê we li vir heye? Piştî wê jî nûçeyên derew çê dikin. Senaryo amade ye û li gor vê senaryoyê jî hin kesan didin axaftin. Ji xwe hêza medyaya navdewletî heye û bi wê dixwazin bi cîhanê wisa bidin famkirin ku li Tirkiyeyê şerê navxweyî heye.

کۆدی بابهت: 56904 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱ | کاتژمێر: 10 : 58

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: شنبه 1 خرداد 1395 ساعت: 13:52

صفحه بندی