Parêzgarê Sineyê û wezîrê Herêma Kurdistanê yê navxwe bi hev re hevdîtin pêk anîn û parêzgarê Sineyê di vê hevdîtinê de ewlehiya Herêma Kurdistanê û berfirehkirina pêwendiyên dualî girîng nirxand.
Li gor rapora Kurdpress`ê, Ebulmihemed Zahidî di vê hevdîtinê de got: Di serdana me ya bo Herêma Kurdistana Îraqê de hevdîtinên me yên baş li gel parêzgar û odeya bazirganiyê ya Hewlêrê pêk hatin û em ê di dawiyê de ji bo bilindkirina asta pêwendiyan, rêkeftiameyeka giştalî di hemî waran de li gel Hewlêrê îmze bikin.
Zahidî got: Di navbera parêzgeha Sineyê û Herêma Kurdistana Îraqê de gelek pêwendiyên dîrokî hene û em hertim di rewşên cida cida de piştevanên hev bûne û gelek berjewendiyên me yên hevbeş ên siyasî, aborî û stratejîk di herêmê de hene ku me ev mijar bi tevahî di hevdîtina li gel kak Newzad Hadî, parêzgarê Hewlêrê de anîn ziman.
Zahidî di beşek ji hevdîtinên xwe de got: Em ewlehiya Herêma Kurdistana Îraqê wekî ewlehiya xwe dizanin, ji ber dijminekî me misilman û welatên herêmê yê hevbeş ê bi navê DAÎŞ`ê heye û ew rêxistin hemî gelên herêmê kafir dizanin û dixwazin me ji holê rakin, ji ber vê yekê hevkariyên me di warê mijarên ewlehiyê de pirr girîng in.
کۆدی بابهت: 56891 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱ | کاتژمێر: 10 : 15
برچسب:
نویسنده: استخدام کار